Doktorên Şengalê: Werin em bi hev re xwedî li Rojava derkevin
- 09:13 17 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Nerazibûnên li dijî êrîşên dewlata tirk yên li ser Rojava roj bi roj zêde tir dibin. Doktorên li bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin, gotin dewlata tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîşî sivîlan dike û ev bang kirin: "Werin em bi hev re xwedî li Rojava derkevin'
Êrîşên dewlata tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê di roja 8'an de berdewam dikin. Di van 8 rojan de bê navber cihên sivîl lê ne tên hedefgirtin û sivîl tên qetil kirin. Li berberî van êrîşên hovana berxwedanek bê hempa tê meşandin. Berxwedana gel û şervanên azadiyê êrîşên dewlata tirk têk dibe û axa xwe bi hêza xwe diparêzin.
Doktor Axîn Welat êrîşên dewlata tirk ên li ser Rojava Şermezar kirin û diyar kir ku êrîşên dewleta tirk dûrî ehlaqê mirovahiyê ne û wih got: “ Ev êrîş tenê ne li ser rojavayê Kurdistanê li ser tevahiya Rojhilata navîn in. Pêwîste her kes li dijî van êrîşan rabe ser piyan denge xwe bilind bike. Ev demek dirêj bu ku dewlata tirk dixwest axa Rojava dagirk bike û herî dawî jî êrîşî rojavayê Kuridstanê kir û di encama van êrîşan de kesên sivîl ên bê gûnah tên qetilkirin. Em doktorên li Şengalê van êrîşan şermezar dikin. Dewleta tirk bi êrîşa ku pêk anî re neweşxaneya Serêkaniyê û her cihê ku pêwîstiyên gel pê heye hedef girtin.”
'Em hemû li pişt Rojava ne'
Doktor Axîn Welat wiha berdewam kir: “ Êrîşa li ser sivîlan ji dervayî exlaqê mirovahiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin. Em hemû li pişta gelê xwe ne bi hemû derfet û imkanên xwe em bi gelê xwe re ne. Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirova in pêwîste li dijî van êrîşan rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Banga min ji bo hemû mirovahiyê ye û bi taybet ez bang li doktorên li tevahiya cîhanê dikim ku çi ji destê wan werê ji gelê Rojava re bikin. Werin em bi hevrE xwedî li Rojava derkevin.”
'Bi êrîşan gel neçarî koçberiyê dikin'
Doktor Nîsan Xelîl jî bal kişand ser êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “ Di serî de ez êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikim. Dewleta tirk bi zanebûn cihên ku pêdiviyên sivlan li wan tên pêşwazîkirin hedef digre ku wan neçarî koçberiyê bike. Lê belê gelê me li ser axa xwe ye û rûmeta xwe diparêze. Em jî li Şengalê weke doktor çi ji me werê xwestin em ê ji bo gelê xwe yê rojavayê Kurdstanê bikin. Ji ber ku em dayndarê Rojava ne û erka me ye ku em bi hemû awayî xwedî li gelê xwe derkevin. Di dawiyê de ez bag dikim ku her kes xwedî li Rojava derkeve."







