‘Em bibin rojnamegerên ku şaşiyên şer nîşan didin’

  • 09:15 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnameger Nadîre Mater di opersayona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zimanê ku çapemeniya alîgir bikar tîne rexne kir û wiha got: “Em nebin kirdeya dezenformasyon, manîpulasyonê."
 
Bi operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin re yek mijarên ku herî zêde hat nîqaşkirinê hewlesta çapemeniya alîgir bû. Xebatkarên çapemeniya alîgir, di operasyona ku dişopandin de mafê girtina nûçeyên rast a gel binpê dikin. Rojnameger Nadîre Mater der barê rewşa rojnamegerên çapemeniya alîgir ku di nokteya ku piştgirî didan şer de disekinin de, nirxandin kir û bi lêv kir ku divê rojnameger ji zimanê newekhevî û şîdetê dûr bin.
 
‘Em tiştên ku pê bawer nakin nenivîsin’
 
Nadîreyê destnîşan kir ku rojanemgeriya aştiyê her tim wek perspektîf ji xwe re kiriye rehber û ev tişt vegot: “Ji ber hawira şer em zêdetir di hawirek nûçegîhanê ya bi pirsgirêk de ne. Li Tirkiyeyê rojnameger, pispor, siyasetmedar, stratejîst, dîplomat tevlî hev bûne. Nûçe jî ne nûçe ne. Bi taybet di televîzyonan de nûçegîhan li Akçakaleyê di nav qîr û wîrê de ne. Ji kerama xwe re hinek bêdeng bin. Tiştên em nabînin, tiştên nayên lêkolînkirin, tiştên ku em di bawerkirinê de zehmetiyan dikşînin nenivîsinin. Em gotinên bê çavkanî, bê pergal nenivisîn.” 
 
‘Em nebin kirdeya dezenformasyonê’
 
Nadîreyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê rojanameger ji zimanê newekhevî û şîdetê dûr bin û wiha dawî lê anî: “Em bi her awayî ji desthilatdariyê dûr bin. Em berpirsyariya nûçeyên çêdikin bizanibin. Em nebin kirdeya dezenformasyon û manîpulasyonê. Em nebin rojnamegerên ku gotina ‘di şer de ya ewil winda dibe heqîqet e’, em bibin rojnamegerên ku şaşiyê nîşan dide.”