'Divê şoreşger, çepgir û sosyalîstên Tirkiyeyê bêdeng nemînin'
- 09:21 17 Cotmeh 2019
- Rojane
Safiye Algaş
STENBOL - Aktîvîsên TJA’yê diyar kir ku arteşa tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên jin û gelan hedef digire û wiha gotin: “Îro Tirkiyeyê bêdengiyek mezin heye. Divê demokrat, şoreşger, çepgir û sosyalîstên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Em di hilbijartinê hêrêmî de ji CHP’ê re bûn destek. Lê îro CHP bû hevkarê operasyonê."
Bertekên li dijî operasyonên arteşa tirk yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê cotmehê de dest pê kir didome û di herî zêde jî yên li dijî operasyonan dengê xwe bilind kirin jin bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), israra Tirkiyeyê ya di operasyonan de û têkoşîna jinan vegotin.
‘Ev êrîşeke qirkirinê ye’
Aktîvîsta TJA’yê Ulker Ozatîk da zanîn ku operasyon tevgereke dij mirovahiyê ye û wiha got: “Ev êrîşa li hember Rojava êrîşa qirkirina gelan e. Jiyana gel dixin xeterê. Li Rojhilata Navîn şer û komkujiyek heye. Mirov dimrin. Zarok dimirin. Lê cîhan bêdeng e. Di serî de Amerîka, Rusya û hemû welatên Ewropayê bêdengin. Em van helwestan şermezar dikin.”
Ulkerê bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn çeteyek DAIŞ’ê heye û wiha pê de çû: “Bi hezaran jinên Şengalê revandin. Jin li bazaran hatin firotin. Li Rojhilata Navîn hêza Kurdan hebû. Kurdan DAIŞ’a çavsor qedand. Azadiya gelan pêk anîn. Şoreş pêk anî. Şoreşeke ku Tirkiye, cîhanê qebûl nedikir pêk anî. Di vê şoreşê de gelên li wir dijiyan hebûn. Niha her kes xwe bi rehetî îfade dike. Cîhan vê azadiyê qebûl nake. Naxwaze Kurd bibin hêz. Bila cîhan bizane. Kurd li Rojhilata Navîn hêz e. Ji vê saetê şûnde kes nikare Kurdan tune bike.”
‘Li Tirkiyeyê bêdengî heye'
Ulkerê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê li dijî êrîşan refleksek mezin bê nîşandan û ev tişt daxuyand: “Li Başurê Kurdistan, Ewropayê Kurd li ser piyane. Lê li Tirkiyeyê bêdengiyek mezin heye. Lê ev rastiyeke, bi berxwedanê dikare bi ser kevin. Divê demokrat, şoreşger, çepgir û sosyalîstên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Divê em bibin dengê Rojava. Lê mixabin bêdengiyek mijara gotinê ye. Em di hilbijartinê hêrêmî de ji CHP’ê re bûn destek. Lê îro CHP bû hevkarê operasyonê. Av bar kir aşê AKP’ê. Ev desthilatdarî beyî şer, rondik û mirin nikare li ser piyan bisekine. Çiqas jî êrîşê Kurdan bikin em ê her tim bi ser kevin.”
'Em şer naxwazin'
Aktîvîsta TJA’yê Çîçek Ariç destnîşan kir ku ev opersayon tu fêdeya wê ji gelê Tirk, Kurd û Rojhilata Navîn re tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê gotin wê li wir înşat bên çêkirin. Plan dikin ku 3 mîlyon penaberî li wir bicih bikin. Gelo gelên wir wê li ku bicih bikin. Tenê Kurd li wir najîn. Ereb, Êzidî, Suryanî û Elewî dijîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan pêk hatin. Ji ber vê êrîş jî raste rast şoreşa jinan hedef digire. Tirkiye li hember şoreşa jinan êrîşê pêk tîne. Ev tevgereke li dijî destkeftiyên gelan e. Mirov ji ber DAIŞ’ê bi fikar in. Li Tirkiyeyê bêdengiyek hebe jî di esasê de her kes li dijî vî şerî ye. Li Sûriyeyê bi mîlyonan kes bû penaber. Şer hilweşîn, xwîn û rondik in. Em jin ji şer re dibêjin ‘na’. Em şer qebûl nakin. Ji ber vê jî em ê her tim li dijî şer bin.”







