Ekolojîstên li dijî operasyonê: Em zirara mîlîtarîzmê bi salane dibînin

  • 09:22 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Ekolojîstan operasyona ku Tirkiyeyê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û diyar kir ku şerên tên meşandin de bi qasî windabûna sivîlan, gelek zindiyên xwezayê jî bi qadên jiyana xwe re tên qetilkirin. 
 
Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrîşan de ji roja ewil heta niha bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di heman demê de jî xwezayê jî hedef tê girtin. Ekolojîstan jî bertek nîşanê operasyonan dan û diyar kirin ku di êrîşên ku li navendên bajar û qadên bejayî tên kirin de gelek zindî jî bi qadên jiyana xwe re tên tunekirin.
 
‘Şer texrîbatek mezin li qadên jiyanê dike’
 
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yagmur Yurtsever diyar kir ku di hemû şerên tên meşandin de di serî de jin û zarok, mirinên sivîl tên jiyîn û wiha got: “Bi vê re jî em bûn şahidê ku balafirên şer parqa zarokan bombebaran kir. Operasyon bi armanca guhertina bingeha demografîk tê kirin. Şerên tên meşandin texrîbatek mezin li ser qadên jiyanê dike.”
 
‘Em dibînin ku mîlîtarîzm zirarê dide fonksiyonên jiyanê’
 
Yagmurê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Li Cizîr û Dêrsîmê di bin navê operasyonê de daristan bi hemû zindiyên wê re şewitandin û tunekirin. Em bi salane zirarên ku mîlîtarîzm didin dibînin. Divê em bînin ziman ku ev êrîş di serî de li hember gelên sivîl û mafê jiyanê ye. Em bi mîlîtarîzmeke ku qadên jiyanê anîne rewşa ku ji nûve nikarin bê avakirinê, re rû bi rû ne.”
 
‘Wê zirara wê ya global hebe’
 
Endamê Platforma Dijberê Nukleerê ya Mersînê û endezyarê hawirdorê Cîhan Ersoy jî destnîşan kir ku bombebarana li herêmê tê kirin cureyên endemîk û epîdemîk yên zindî tune dike û rê li ber texrîbatên ku vegera wê tune dike. Cîhan wiha dawî lê anî: “Ev zirar tenê bi herêmên ku tên bombebarankirin sînor nîne. Ligel vê zirarên wê yên global jî hene. Bombe, zindî, mriov, nebatan ji hev cuda nake. Ev hewldanên wisa xerabiya herî mezin a li hember pêşerojê ye.”