Şêniyên taxa Kişlayê: Hîna xaniyên me temam nebûbûn, ji nû ve şer dest pê kir
- 09:25 17 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li taxa Kişla ya Nisêbînê ku li ser sînor e, tevî hemû hişyariyan, kes ji malên xwe dernakeve û şêniyên taxê diyar kirin ku li şûna xaniyên xwe yên ku sê sal berê dîsa hatibûn hilweşandin ji nû ve xanî çêkirine û gotin:" Hîna temam nebûne dîsa bi hilweşînê re hatine rû hev."
Piştî operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di rojên ewil de bi êrîşên li hember Qamişlo re tevger hat jiyîn û ev sê rojin jî bêdengiyek mezin heye. Taxên li sînor ku ji bombebaranan bi awayekî cidî bi bandor bûn, niha jiyaneke asayê lê heye.
Li taxa Kişla ya li nokteya sifir a sînore jî tevî hişyariyên polîsan yên ‘derkevin ewlehiya we tune’ welatiyan malên xwe terk nekirin. Di pevçûnên ku sê sal berê di qedexeyên derketina derve de hatin jiyîn de taxa Kişla bi giştî hilweşya bû û welatiyên taxê li şûna xaniyên wan yên hilweşyabûn ji nû ve xanî çêkirin û hîna jî çêkirina hinek xaniyan temam nebûye.
‘Şopa hilweşîna 3 sal berê hîna heye’
Yusra Demîr a ku li taxa gelek xanî hîna înşaetin dijî wiha got: “3 sal berê di qedexeyên hatin jiyîn de em 8 mehan li surgunê man. Hîna çêkirina xaniyên me temam nebûne. Lê em dîsa bi şer re hatin rû hev. Sê sal berê jî bi qedexeyan re operasyonan dest pê kir û em neçar man ji malên xwe derkevin. Ev sê sale em hewl didin xaniyên xwe ji nû ve çêbikin. Hîna nû me derdora xanî boyax kir. Niha dîsa şer dest pê kir. Sê rojên ewil ev der gelek xerab bû. Ji ber dengê bombe û teqînan em ranezan. Em ji ber ewlehiyê nikaribûn derkevin kolanê. Lê me mala xwe jî nehişt û em neçûn.”
‘Kevokên me jî ji ber bombeyan reviyan’
Yusrayê destnîşan kir ku kevokên li mal xwedî dikirin jî ji ber bombeyan reviyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja ewil parçeyê şarapnelê hat li klîmaya me ket. Gelek cîranên me derketin. Lê em neçûn. Em naxwazin kes bimire. Em naxwin xwîna kesî birêje. Em berê jî 8 mehan ji mala xwe dur ketin. Niha em biçin em ê carek din nikaribin vegerin. Em li mala xwe kevokan xwedî dikin, bi sedan çûkên me hene. Di qedexeyê de gelek mkirin. Niha jî ji ber bombeyan direvin. Ew çûn lê em naçin.”
‘Bila êdî dest ji me berdin’
Delal Tekîn ku ew jî li heman taxê dijî wiha got: “Me tu car şer nexwest. Gelo çima vê bi me dikin. Mirov mirin, xanî hilweşyan. Ev kar bi şer û xwînê nabe. Kezeba dayikan şewitî. Êdî bes e. Ev çi şerekî bê ahlaq e. Bila êdî me rehet berdin. Çime dixwazin. Tola her tiştî ji me digirin. Em ji vir naçin. Çi dibe bila bibe em li vir in.”
‘Em her tiştî dizanin’
Delalê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya pevçûnan jî piştî pevçûnan jî ji alî sînor ve tiştek nehatiye vir û bombeyên tên avêtin ne ji wir ji navenda bajar tên. Delalê wiha dawî lê anî: “ Heta îro tu tiştek ji sînor neket vir. Niha bi dehan kes mirin. Her kes tiştekî dibêje. Heta niha tiştek tunebû gelo çima ji vir şûnde çêdibe. Kes vê napirse. Ji vir dengê bombe û balafiran dihat. Ji alî din yê sînor tu tiştek tunebû. Em her tiştî baş dizanin. Êdî bes e.”







