Li Îngilistan, Elmanya, Awusturya û Îtalyayê êrîş hatin şermezarkirin

  • 10:10 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Îngilistan, Elmanya, Awusturya û Îtalyayê kurd û dostên kurdan daketin qadan û êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. 
 
Çalakî û nerazîbûnên li hemberî êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di çalakiyên ku li bajarên Îngilistan, Elmanya, Awusturya û Îtalyayê de pêk tê arteşa tirk tê şermezarkirin. Kurd û dostên kurdan bi rojane li qadan xwedî li berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin. 
 
Li bajarên Elmanyayê çalakî
 
Li bajarên Dresden, Leipzig, Chemnitz ên Eyaleta Sachsenê, Munîh, Kassel û Darmestadta Elmanyayê jî êrîşên arteşa tirk bi girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaz hat kirin ku gelê cîhanê li dijî êrîşên arteşa tirk bêdeng nemînin. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad jî pêngaveke bi navê ‘Nehêle’ dabûn destpêkirin a li dijî êrîşan didome. Di çalakiyan de bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezar kirin. Kurdistaniyan bang li hikûmet û parlamenta Elmanyayê kirin ku li dijî komkujiyan, li dijî kuştina zarokan û sivîlan tedbîran werbigirin.
 
Êrîş li Fransa, Îtalya û Awusturyayê hat şermezarkirin 
 
Li bajarê Montpeîllîer, Marsîlya û Reîms ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyan de banga tevlîbûnên xurt a ji bo çalakiyan hat kirin.
 
Li bajarê Viyana û Graz a Ewûstûryayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.  Çalakgeran li ber Fîrmaya Rhein Metal li hev kom bûn û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê şermezar kirin. Her wiha li herêma Stephansplatza Viyanayê jî çalakî pêk hat. 
 
Li Roma û Novaraya Îtalyayê çalakiya şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Romayê du calakî pêk hatin û her wiha gelek Îtalyanî tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûn. 
 
Li Îngilistanê kurd û dostên kurdan daketin qadan 
 
Li London, Exeter, Brîghton, Readîng û Cardîff ên Qiralyeta Yekbûyî ya Îngilistanê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Parlementerên herêmî, sendîkavan, endamên rêxistinên mafê mirovan jî tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûn. Di çalakiyê de banga boykotkirina Tirkyeyê jî hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê Îngîltere mudaxeleyî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bike. Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd girseya gel li pêşiya avahiya Wezareta Downîng Street hatin ba hev, li vir tim dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Terorîst Tirkiye’ qîrkirin.