Şaredariya Qelqeliyê semînera zayenda civakî da
- 10:49 17 Cotmeh 2019
- Rojane
WAN - Komisyona Jinê ya Şaredariyê û Muduriyeta Polîtikayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê li Kuçeya Usıvheyderê semînera zayenda civakî li dar xist û bi jiyana re hat ba hevdu.
Komisyona Jinê ya Şaredariyê û Muduriyeta Polîtikayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê li Kuçeya Usıvheyderê semînera zayenda civakî li dar xist û bi jiyana re hat ba hevdu. Di semînerê de li ser mijarên zayenda civakî, wekheviya jin û mêr, diyarkirina rolên zayendî û rola jinê ya di nava civakê de hat sekinandin.
'Dixwazin jinê bê bandor bihêlin'
Di semînera ku li Mala Şûnê hat çêkirin de pêşkeşî ji aliyê xebatkara Muduriyeta Polîtikayên Jinan a Şaredariyê Hasret Duşun ve hat kirin. Hasretê da zanîn ku tê xwestin jin di nava çar dîwaran de asê bê hiştin û got dixwazin jinê bê bandor bihêlin lê ger jin bi hêz be ew ê civak jî bi hêz be.
Piştî axaftinê di semînerê de jinan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.







