Hunermendên Kurd: Heke em nebin yek em ê têk biçin
- 10:51 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan hunermendên Kurd li Elmanyayê li dijî êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cem hev û banga yekîtiyê li Kurdan kirin.
Bi dehan hunermendên Kurd li bajarê Koln yê Elmanyayê hatin cem hev û êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Hunermend Sosin, Deniz Deman, Çopî, Şehrîbana Kurdî, Zozan, Rozerîn Kahraman, Evîn Akbaş û Narîn Feqe jî di nav de bi navê hunermendan daxuyaniyeke hevpar hate weşandin. Hunermendên Kurd da zanîn ku bêyî yekîtiyê û têkoşîna hevpar destkeftî nikarin bên parastin û bal kişandin ser girîngiya konferansa neteweyî.
'Li Rojava berxwedana rûmetê tê dayîn'
Di daxuyaniya hunermendan wiha ye: "Dewleta Tirk bi vê êrîşan dagirkeriyê bi rengekî eşkere dibêje, ku li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe wê hebûna gelê Kurd, wê destkeftî û statuya Kurdan ji bo xwe weke dijmin bibîne. Rojava li dijî vê yekê berxwedana rûmetê dike. Hunermendan diyar kirin, ku Şoreşa Rojava nîşan da ku berxwedaneke rêxistinbûyî nikare bê têkbirin, ew bûye sembola mirovahiyê."
'Ji bo parastina destkeftiyan yekîtî hewceye'
Hunermendan ragihandin ku bûyerên diqewimin ji bo Kurdan destnîşan dikin ku bêyî Kurd bibin yek, bêyî têkoşîneke hevpar bikin, wergirtina destketiyên nû li aliyekî wê yên heyî jî winda bikin. Hunermendan destnîşan kirin ku eger wê destketiyên gelê Kurd bên parastin, hingî ev yek bi hêz, ast û serketina têkoşîna li çar parçeyan, bi yekîtiya neteweyî dibe. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa heyî ya parçebûyî dikare bibe sedema berdêlên giran ku telafîkirina wê nepêkan be.
'Pêwistî bi konferanseke neteweyî heye'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di pêvajoyeke wiha de ku hemû hevsengî ser û bin bûne, em hunermend dibêjin ku ji bo pêkhatina konferanseke neteweyî em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin. Em zanin ku hunermend wijdanê mirovane. Wijdan jî her tim alîgirê azadî, afirînerî, rastî û mafdariyê ye. Em zanin ku bi hev re em ê xurtir bibin. Ji ber ku di mijara berjewendiyên neteweyî yên Gelê Kurd de em xwe berpirsyar dibînin, em piştevaniyê ji banga pêkanîna konferansa neteweyî re dikin û dixwazin pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Bûyerên ku di Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn diqewimin fikarên me mezin dikin. Ya herî girîng jî em dibînin ku dixwazin gelê Kurd tine bikin û zanin ku bêdengî û bêhelwestiya li pêşberî vê yekê tê wateya piştevaniya faşîzmê. Ji ber vê yekê em dibêjin, em ê li pêşberî êrîşên li dijî jiyana hevpar û hêviya jiyana nû ku di şexsê êrîşên li dijî Rojava de tên kirin, em ê ti carî bêdeng nemînin, bi navê hunermendên neteweya Kurd em dixwazin destnîşan bikin ku pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye."
Hunermendên ku mohra wan li binê daxuyaniyê hene: "Çopy, Xemgin, Diyar, Sivan, Nizamettin Arıç, Seyitxan, Sosîn, Denîz Deman, Bulent Turan, Farqîn, Memo Gul, Merdan Zirav, Yasin Kav, Mazlum Rewşen, Ali İkizer, Ozan Serdar, Ali Baran, Emekçi, Ferhat Tunç, Mikail Aslan, Cemil Koçgiri, Şemdin, Necmedîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ciwan Haco, Armanc, Kerîmo, Beyto Can, Awaz Barış, Kemal Gorgo, Remzi Açıkgoz, Azad Şamsedîn, Arî Aqreyn, Diyare Kurd, Kerîm Nacar, Rozerîn Kahraman, Ardelan Helbestvan, Kamuran Simo- Nivîskar, Kawa-Şanoger, Stêr Kurdaxî, Gursel Dayan, Mele Ahmed ê Namî- Helbestvan, Hesen Mele, Evîn Akbaş, Cemîla Pîrê, Welat Kobanê, Narîn Feqe, Elî Şakir, Adil Feqe, Xerîb, Selah (Kurê Bavê Selah), Şêro Oslo, Kadir Çelîk-Helbestvan, Ednan Doxan- Helbestvan, Murat Kobanê, Hayatî, Ezîz Mardîn, Goran Bekir, Roj Kerîm, Qadir Essed, Dilyar Ahmed, Firat Ceweri, Rohat Alakom-Nivîskar, Ahmed Hiseynî- Helbestvan, Dorpeç Kobanê, Îbrahîm Kevo, Suad Alican, Reşo Eyşan, Emîr Xeyatî, Bekir Hiseyn- Nivîskar, Hecî Kardoxî- Aşitî Radyo, Dilşan Pîrdawud, Hesen Lor û Ferit Zedan"







