Li Serêkaniyê şer dijwar e û bajar tê bombebarankirin

  • 11:11 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Serêkaniyê di çemberê de ye û gelek sivîl di Serêkaniyê de bê nan, av û ceyran mane. 
 
Artêşa tirk  bi dijwarî êrîşî Serêkaniyê dike. Her wiha gelek sivîl bê nan, av û ceyran mane. Nexweşxaneya Serêkaniyê jî di bin xeteriya bombebaranê de ye. Xeteriya ku komkojî çêbibin heye.
 
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl bang li raya giştî kir ku tevahî sazî û aliyên hiqûqî, mirovî û raya giştî ya cîhanî û tevahiya civakên demokratîk piştgiriya doza gelan ji bo bidestxistina mafên xwe û li dijî hovîtiyê bi lez têkevin nava tevgerê. Ji ber ku sivîlên ku li Serêkaniyê ne rastî qirkirinekê dikare bên.  Artêşa tirk dest bikaranîna çekên qedexekirî kir ji bo ku şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku naxwazin ji wir derkevin û bajarê xwe diparêzin qir bike. Em bang  li raya giştî dikin ku bi lezgînî destwerdanê bikin, ji bo komkujî pêk neyên pêwistî bi korîdorek ji bo sivîlan were vekirin.