Ji Hevşaredarên Nisêbînê şermezarkirina qeyûm pirsîne
- 11:40 17 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hat zanîn ku Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut ên di binçavan de bi şermezarkirina pêkanîna qeyûm û pergala hevserokatiyê tên sûcdarkirin.
Îfade dayîna Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ên di 15’ê cotmehê de li navçeya Nêsêbîna Mêrdînê hatibûn binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin temam bû.
Hat zanîn ku pirsên derbarê şermezarkirina tayînkirina qeyûm û pergala hevserokatiyê ji Nêrgîz, Kut û Alkan hatiye pirsîn. Her wiha balkêş e ku pirsa “Hûn li ser fermana Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk şaredariyê bi rê ve dibin” ji wan hatiye pirsîn.







