Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi şer mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin
- 11:49 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Bi şer mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin.
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava ket roja 8'emîn. Derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî daxuyaniya nivîskî da.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em di bin navê Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî de jinên kurd ên fikr û ramanên cuda, ji derdorên cuda, ji sazî û dezgehên cuda û şexsiyet hatin cem hev. Û em jin heta îro hem bûn şahîdê komkujiyan, êrîşan û hem jî em bi êrîşan rû bi rû hatin hiştin. Yan cihê kurdan hat rûxandin an jî ji cihê xwe hatin dûrxistin.
Heta îro tu cudahî di navbera jicîhûwarkirin û dicih de rûxandinê de çênebû. Ya yekem ku hat bişaftin û hat qirkirin jin û zarokên kurd bûn. Îro em jinên kurd qebûl nakin ku cih û warên gelê kurd werin rûxandin û kurd ji welatê xwe bê dûrxistin. Berpirsiyariya me ya civakî ev e ku kurd nekeve nav camekanên muzexanê etnografiyê. Em li berxwe bidin ku dîroka qirkirinê dubare nebe. Em hewl didin ku bi hemû gelan re azad û wekhev bijîn.
Di van rojan de hemû rêbazên herî hov ên şer li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rejîma Komara Tirkiyeyê pêk tîne. Ev şer beravajî qanûnên navnetewî, yên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtî ya Ewrûpa, şertê xweseriyê, Kyoto, Ottowa, Protokola Gerdunî ya mafên jinan, zarokan, baweriyan, gelan, xwazayê, qanûnên şer ên Cenevreyê ye. Bi vî şerî re mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin, demokrasi bi lez wenda dibe û şer ji qonaxa sûcê li dijî mirovatiyê wêdetir dibe. Qanûna dirûtîyê talan dike.
Wekî Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, em bang li hemû sazî û dezgehên navxweyî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bangî gelê kurd jî dikin ku bibin yek. Em carek din dubare dikin ku em amade ne di vê mijarê de bibin navbeynkar."







