'Te Tirkiye bi ewle nekir, tê çawa Sûriyeyê bi ewle bike?'

  • 11:52 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Bertekên li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên didomin. Jinên Rihayî banga yekîtiya kurdan kirin û gotin: "Tê armanc kirin ku Gelê Kurd ji cih û warê wê bikin.” 
 
9 roj in li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên arteşa tirk didomin û cihên sivîl hatin bombekirin. Di encama êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji destda û birîndar bûn. Bertekên li hemberî êrîşan zêdetir dibin. Jinên ku li Rihayê dijîn jî bertek nîşanî êrîşan da û daxwaza rawestandina êrîşan kirin. 
 
'Yekîtiya Kurdan girîng e'
 
Hadle Ogur, têkoşîna Gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û wiha axivî: “Tekane armanca van êrîşan xwîna kurdan rijandine. Li ser rûyê erdê kurdek bi tenê jî bimînê wê têbikoş e. Berê jî li ser kurdan komkujî pêk anîn. Îro jî dixwazin vê bikin. Ez raya giştî ya navneteweyî ji ber ku çavê xwe li komkujiyê digire şermezar dikin. Demildest divê ev şer bi dawî bibe. Yekîtiya neteweya Gelê Kurd girîng e. Divê ku cîhan bêziman ker û lal nebe. Vî şerî rawestînin. Em dixwazin ev şer bi dawî be. Divê her kes gotina xwe ya li dijî vî şerî bêje."
 
'Sivîl tên kuştin'
  
Aynur Gezgor jî, diyar kir ku ew weke dayikên kurd şer naxwazin û wiha bilêv kir: “Em tim aştiyê dixwazin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin gefan de ye. Mirov dimirin. Ji heftiyekê zêdetire sivîl tên kuştin. Gelo çima vê dikin? Ji bo hin berjewendiyan ma mirov şer dike? Jin, zarok, pir û kal dimirin. Ev şer ne li dijî DAIŞ’ê, li dijî Gelê Kurd e. Bi salane em li Riha dijîn. Tu carî ji Sûriyeyê êrîş pêk nehatine. Divê her kes ji vî şerî re bêje êdî bese. Bila dayik negirîn. Em nikarin şeran rakin. Bila dengê me bibihîsin. Ez banga kongreya neteweyî ya partiyên kurd bi nirx dibînim.”
 
'Ji bo berjewendiyên xwe şer dikin'
 
Makbûle Yavûzer jî, dest nîşan kirin ku zarokên xizanan dibin şer û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Ez bêdengiya Ewropa şermezar dikim. Divê gelê kurd  li hev kom bibin. Ger em li her çar paçeyan nebin yek, ev şer wî tim dewam bike. Wê xwîn birije û mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo ku em ne yekin êrîşî Rojava dikin. Ez aştiyê dixwazim.” 
 
'Te Tirkiye bi ewle nekir, tê çawa Sûriyeyê bi ewle bikî?'
 
Adalet Çay jî, êrîşên li ser Rojava şermezar kir û wiha axivî: “Ez ciwanên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axa xwe diparêzin silav dikim. Tu mafê Erdogan li ser axa Sûriyeyê tuneye. Ger hûn bixwazin axa gelekê dagir bikin, bêguman wê li ber xwe bidin û axa xwe  bi parêzin. Te hîna Tirkiye bi ewle nekiriye, gelo tuyê çawan Sûriyeyê bi ewle bikî? Em di hemû şert û mercan de aştiyê dixwazin. Birêz Ocalan tim dibêje ew ji bo aştiyê her tim amadeye. Divê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin.”