Ji ber êrîşan 300 hezar kesî malên xwe terk kirin
- 11:57 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 300 hezar kesî ji neçarî malên xwe terk kirine.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li paytexta Îngilistan Londrayê ye têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ji destpêkirina êrîşê heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 300 hezar kesî ji neçarî malên xwe terk kiriye.
Mala Çavdêriyê destnîşan kir ku di 2 rojên dawîn de li Kobanê, Grê Spî û Hesekê gelek sivîlan malên xwe terk kirine. Beşek kesên ku malên xwe terk kirine derbasî herêmên ewletir bûne û beşek kes jî derbasî 40 dibistanên ku wergerandina stargehê bûne.







