Di encama êrîşan de 218 sivîl jiyana xwe ji dest dan
- 12:06 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk de 218 sivîl jiyana xwe ji dest da û 653 sivîl jî birîndar bûne.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndaran aşkere kir. Desteyê ragihand ku heta niha di encama êrîşên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de 218 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 653 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha desteyê diyar kir ku di nav birîndaran de 35 zarok jî hene.







