Şêrîn Ebadî: Êrîşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mafekî rewa ye
- 12:50 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇYAN - Parêzera Mafê Mirovan ya Îranî Şêrîn Ebadî, êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got" Êrîşên Tirkiyeyê ne mafekî rewa ye, divê em hemû bibin dengê mafdaran."
Parêzera Mafê Mirovan ya Îranî Şêrîn Ebadî li ser marpelên tevna civakî bi dîmenekî derket pêşberî raya giştî û li hember êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan da. Şêrîn jina parêzer di sala 2013'an de xelata Nobelê ya aşîtiyê standiya ji bo piştgirtiya mafê mirovên ku rastî zilim û zoriyê tên.
Şêrîn wiha berteka xwe nîşan da û got: " Armancên dewleta tirkiyê ji êrîşan em hemû dizanin ku dagirkeriya. Ev êrîş jî di nava bê dengiyeke navnetewî de tê kirin. Şêrîn destnîşan kir ku ew ê bibe dengê gelê ku rastî zilmê tê. Di nava êrîşên dewleta tirkiyê de bi sedan mirovên bê sûc bûn qurbanî. Divê em hemû bibin dengê mafdaran.







