Şêniyên Dêrikê, li dijî êrîşan meşiyan

  • 13:44 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina  êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên bajarê Dêrikê Bi dirûşma "Na ji bo jenosîd û guhertina demokrasiyê" meşek girseyî li dar xistin. 
 
Bi dirûşma "Na ji bo jenosîd û guhertina demokrasiyê" şêniyên bajarê Dêrikê yên girêdayî Kantona Qamişloyê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û endamên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hat. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê QSD'ê û Ciwanên Şoreşger hatibûn hildan.
 
Meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir heta qada şehîdan rawestiyan. Di nava meşê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê partiyên siyasî Şukrî Hemo û li ser navê Kongreya Star Dîlber Elî axivîn û gotin: "Ev 9 roj in êrîşên dewleta dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Tevî hemû dewlet dizanin li Rojava çi diqewime bêdeng dimînin. Di vê demê de çi ji me tê xwestin em ê pêk bînin û her demê li ser piyan bin da ku tu kes nikaribe bikevin nava axa me."
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.