Ji bo mîtîna HDP'ê ya wê li Enqerê bê lidarxistin banga tevlibûnê hat kirin
- 14:47 17 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Hêzên Ked û Demokratsiyê ji bo Mîtînga HDP'ê ku wê li Enqerê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya bernameya çalakiyên ku li dijî qûymên tayînî şarariyan hatin kirin de biraya ku li gelek bajaran çalakiyan li dar bi xwe dabû. HDP di vê çarçoveyê de wê di 19'ê Cotmehê de li Enqerê Mîtîngê pêk bîne. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi dirûşma "Em ji bo demokrasiyê kom dibin" li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna ji bo Mîtînga HDP'ê ku wê li Qada Tandogan ya Enqreyê bê lidarxistin pêk anî. Di civîna ku hat lidarxistin de li gel parlamnetera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerstecîoglu gelek nûnerên Sendîkayan û yên rêxistinên kedê cih girtin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DHP'ê yê Enqeryê Huseyîn Gevher ve hat xwendin. Huseyîn diyar kir ku îktîdara AKP'ê şatiyên xwe yên li qada siyasî ya naventeweyî berdewam dike û banga tevlibûna mîtînga ku wê HDP di 19'ê Cotmehê de li Qada Tandogan bê lidarxistin kir.







