'Topên hewanê ji qereqola sînor ketine gund'

  • 15:04 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
ROJANE...
ŞIRNEX - Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr bi endamên partiyê re çû serdana gundê Baziftê yê Cizîrê ku duh topên hewanê lê ketibûn. Nûran, destnişan kir ku li gorî agahiyên ji gundiyan stendine topên hewanê ji qereqola sînor hatine avêtin. 
 
Gundê Baziftê yê girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê duh bû hedefa topên hewanan û di encamê de yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Vesîle Can, Berna Acit û Omer Ekîn ber bi başiyê ve diçe û Muhyettîn Can ê giran birîndar bibû jî rakirine nexweşxaneyek li Êlihê. 
 
Tê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî heyî heyetek ji endamên partiyê îro çûn serdana gund. Heyetê ewil Omer Ekîn ê birîndar bibû ziyaret kir. 
 
'25 topên hewanê hatine avêtin'
 
Di serdana gundê de Parlementer Nuran axivî û got ku piştî birîndar rakirine nexweşxaneyê 25 havan ketine gund. Nuran wiha axivî: "Li gor agahiyên ku gundiyan dane me piştî ku birîndar rakirine nexweşxaneyê şûnde nêzî 25 topên hewanê hatine avêtin. Ji ber ewlehiyê gelek gundî niha ji gund derketine. Li gor gundiyan dîtiye topên hewanê ji qereqolê hatine avêtin. Niha ji ber ewlehiyê em nikarin biçin aliyê gund yê dinê. Em dibêjin ku bila ev şer demildest bê sekinandin û em naxwazin tu kes bimire."