Polîs li Wanê daxuyaniya HDP'yiyan asteng kir

  • 16:46 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Polîsan li Wanê destûr neda HDP’yî ji bo hevdîtina wan a sibê ya bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî pêk were bang bikin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibê dê li Wanê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê hevdîtinek bi gel re pêk bîne. Bi minasebeta vê hevdîtinê parlamenter û rêveberên HDP’ê xwestin ji bo banga beşdariya vê hevdîtinê li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û destûr neda HDP’yî daxuyanî bidin. 
 
Komê israr kir ku daxuyaniyê li dar bixe. Li ser vê yekê polîsan helwestek tund nîşan da û êrîşî HDP’iyan kir û wan bi darê zorê xist hundir. Parlamenter Murat Sarisaç di vê navberê de daxuyaniyek kurt da û got: “Armanca êrîşa li dijî Rojava dagirkirin e û tunekirina gelê kurd e. Divê her kes vê wek êrîşa qirkirinê dizanibe û dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bike.” Sarisaç xelkê Wanê vexwend hevdîtina dê sibê bi gel re pêk were.