Şêniyên li Helebce li dijî êrîşan daketin qadan

  • 17:07 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Helebce careke din li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û banga rawestandina êrîşan kirin. 
 
Li Baxê Giştî yê Helebceya Herêma Federal a Kurdistanê bi amadebûna Waliyê Helebce û cîgirên wî, mela, karmend û xwendekaran li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku li dijî êrîşan divê kurd yek deng û yek hewlest bin.