Şêniyên Til Temir û Hesekê daxuyanî dan: Êrîşan bidin sekinandin
- 17:33 17 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Şêniyên bajarê Hesekê û Til Temir ê ku berê xwe dabûn Serêkaniyê da ku piştgiriyê bidin şênî û birîndarên ku li Nexweşxaneyê mane hatin hedefgirtin, li Til Temir daxuyanî dan.
Ji 9'ê Cotmehê ve Dewleta Tirk heya vê kêliyê êrîşên xwe yê hewayî û bejahî nedaye sekinandin, hember êrîşên Dewleta Tirk YPJ/YPG'ê QSD'ê li ber xwe didin. Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û Til Temir ê yên ku berê xwe dabûn Serêkaniyê da ku piştgiriyê bidin şênî û birîndarên ku di nexweşxaneya Roj de asê mane, derxînin hatin hedefgirtin. Gelê ku çûbûn li SMŞ a Navçeya Til Temirê daxuyanî dan.
Daxuyanî wiha ye: "Dewleta Tirk bi hemû hovitiya xwe êrîşî xaka Sûriyê dike, li hember vê yekê jî berxwedaniyeke dîrokî tê meşandin. Êrîş ne tenê li ser xaka Sûriyê li ser projeya Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş e. Gelê Til Temir û Hesekê ên ku berê xwe dabûn Serêkaniyê ji aliyê topên dewleta tirk ve hatin hedefgirtin. Ev êrîş ne exlaqî û ne jî mirovahiye. Hember hemû êrîşan gel û şervanên Bakurê Sûriyê destanên dîrokî dinivîsinin. Îro em wekî mertalê zindî em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin û nehêlin xaka me were dagirkirin. Em bang li NY û Civaka Navdewletî dikin ku vê êrîşê bidin sekinandin ji ber ku komkujî der heqê sivîlan de tê kirin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Berxwedan Jiyan e" û "Berxwedana Rûmeta b iser dikevê" bi dawî bû.







