Li Silêmaniyê bi sedan jin li dijî êrîşan meşiyan

  • 18:01 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên endam û rêveberên saziyên jinan ên li bajarê Silêmaniyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dimeşin.
 
Jinên ku di nava wan de rêveber û endamên rêxistinên jinan ên Tevgera Goran, YNK, jinên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin jî hene, li ber Baxê Giştî kom bûn. Jin piştre ji vir heta ber Deriyê Sera yê li bazara Silêmaniyê meşiyan.
 
Di meşê de bê navber dirûşmên wekî, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yeke yeke yeke gelê Kurd yeke” hatin berzkirin. Di meşê de her wiha wêneyên têkoşerên “Berxwedana Rûmetê” ku ev 9 roje li dijî êrîşên dewleta tirk tê meşandin, hatin bilindkirin.
 
Çalakî piştî meşê li ber Deriyê Sera, bi axaftinan didome.