Şeniyên Binarê Qendîlê êrîş şermezar kirin
- 19:39 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û piştgiriya berxwedana rûmetê şêniyên Binarê Qendîlê meşek li dar xistin.
Piştî saetên nîvro li gundê Pirdeşal şêniyên gundên Binarê Qendîlê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de dirûşmên, “Rojava ne bi tenê ye, Bijî berxwedana Rojava, Bakur Başûr Rojhilat piştevanên Rojava ne” hatin berzkirin.







