Balafirên şer Girê Spî bombebaran kirin: 2 sivîl birîndar bûn
- 20:55 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên artêşa tirk du caran gundê Bîr Hebeş ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.
Di encama bombebarana balafirên artêşa tirk ên li ser gundê Bîr Hebeş ê rojavayê Girê Spî de welatiyên bi navê Mihemed Îbrahîm (23) û Nermîn Mihemed Hesen (18) birîndar bûn.
Heyva Sor a Kurd birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.







