Qeyûm tayînî Şaredariya Gever û Nisêbînê hat kirin
- 10:05 18 Cotmeh 2019
- Rojane
COLEMÊRG/MÊRDÎN - Piştî hevşaredarên navçeya Gever û Nisêbînê hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyên Gever û Nisêbînê hat kirin.
Piştî girtina hevşaredarên Gevera Colemêrgê û Nisêbîna Mêrdînê qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin.
Hevşaredarên Navçeya Geverê ya Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari duh hatibûn girtin. Vê sibehê hat ragihandin ku qeyûm tayînî Şaredariya Geverê hatiye kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 15'ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Nergîz û Kut duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hêncetên beşdariya kampanya "Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin" û îfadeyên şahidên nepen spartin hevşaredaran. Piştî girtina hevşaredaran vê sibehê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.







