Artêşa tirk gundê Em- El Xêr ê Serêkaniyê topbaran dike
- 13:09 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Artêşa dewleta tirk tevî îlankirina agirbestê careke din Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê bi balafiran topbaran dike.
Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê ji aliyê dewleta tirk ve ji saetên sibehê de bi balafirên şer tên topbarankirin. Tevî ku duh agirbest ji aliyê Emerî ka û Tirkiyeyê ve hat îlankirin jî Gundê Em-El Xêr ê Serêkaniyê bi balafiran topbaran dike. Di encamê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan 2 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li gor çavkaniyên herêmê malên ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk mal û milkên welatiyan ên li Serêkaniyê derbasî tirkiyeyê dikin.







