Kampanyaya paqijiyê ya Şaredariya Sûrê didome
- 15:45 18 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji bo Sûrek hîn paqij û tenduristiya wê baş" ji aliyê Şaredariya Sûrê hatibû destpêkirin çanteyên paqijiyê ji bo welatiyan hat belavkirin.
Kampanyaya Şaredariya Sûrê ya ku bi dirûşma "Ji bo Sûrek hîn paqij û tenduristiya wê baş" hatibû destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya kampanayayê de Hevserokên Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir û endamên meclîsê welatî agahdar kirin û çenteyên ku amûrên paqijiyê tê de hebûn hat belavkirin.
Welatiyan eleqeyek mezin dan kampanyaya paqijiyê.







