Jinan li dijî êrîşan li balafirgeha Berlînê çalakî pêk anîn
- 11:43 19 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Jinên Kurd û Elman li paytexta Elmanya Berlînê li balafirgeha Tegel ji bo xwedî li Rojava derbikeve û êrîşên dewleta tirk şermezar bikin çalakî kirin.
Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Jinên Kurd û Elman bi hevpar li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek kirin û êrîşan dewleta tirk şermezar kirin.
Jin ketin beşa kargehên hewayî ya tirk a li Balafirgeha Tegelê û ji bo piştevaniya bi Rojava û êrîşên Tirkiyeyê dirûşim berz kirin.







