Li Almanya xwepêşandan hat lidarxistin
- 18:54 19 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Zêdetirî 30 hezar Kurdistanî û partiyên çep li Koln ya Almanyayê rabûn û di bin baranê de xwepêşandan ji bo Rojavayê Kurdistanê li dar xistin.
Bi armanca piştevaniya Rojava zêdetirî 30 hezar Kurdistanî û cara yekem tevahî partiyên çep yê Almanya di bin baranê de tevlî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de alên mezin ya Kurdistanê û YPJ/YPG'ê hatin hildan.
Di xwepêşandanê de dirûşmên "Terorîst Erdogan" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.







