Li Kosovayê jin li dijî êrîşan çalakî li dar xistin

  • 09:19 20 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengtiya jinan de li paytexta Kosova Prîştîneyê êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin, peyamên piştevaniya bi Rojava re hate dayîn.
 
Jinan li paytexta Kosova Prîştîne li qada Skanderbet bi dirûşma #RiseUp4Rojava erîşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di xwepêşandan ji aliyê Tora Jinan a Kosova (Rjetî î grave te Kosoves) ve hate organîzekirin, êrîşa arteşaTirk hat şermezarkirin.
 
Jinan di xwepêşandanê de bal kişand ser qetlîamên li herêmê û got: “Em ligel Gelê Kurd in, piştevaniya wan dikin.” Jinan banga bi lezgîn a dawîkirina êrîşên dewleta Tirk da.