Hevşaredarên Nisêbînê şandin girtîgeha Xerpêtê
- 14:55 21 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut ku hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, ji Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin.
Piştî girtina hevşaredaran di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin.







