Li Rihayê qedexe 30 rojên din hat dirêjkirin
- 16:12 21 Cotmeh 2019
- Rojane
RIHA - Walîtiya Rihayê, qedxeya civîn, xwepêşandan û meşan ku 30 roj bû li bajar didomiya, 30 rojên din dirêj kir.
Walîtiya Rihayê, çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin 30 rojên din dirêj kir. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di navbera 28'ê Cotmehê û 28'ê Mijdarê de hemû çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin, hatine qedexekirin.







