'Em ê xwedî li Berxwedana Rûmetê derbikevin'
- 20:16 24 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê bi meşeke meşaleyî û bi dirûşma "Ji faşizim û dagirkeriyê re na" li dijî êrîşên dewleta tirk, li gundê Til Qireh ê Şehbayê meşiyan.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilata Sûriyê û piştgiriya berxwedana rûmetê meşa meşaleyî li gundê Til Qireh ê Şehbayê hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Rêber Abdullah Ocalan, birîndarên berxwedana rûmetê û pankertên bi nivîsa "Erdogan qatîlê zarokan e","Ji dagirkeriya kujeran re na" hatibû hilgirtin.
Meş ji destpêka gund heta qada Meclîsa Malbetên Şehîda berdewam kir û piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê Rêgaz Hemo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk û komên girêdayî wê li kêlek komkujiyan çekên qedexe kirî ya fosforê sipî jî li dijî gelê sivîl bi kar anîn, hemû bûyerên dij mirovahî ku hatine jiyîn bi xapandin û bêdengiyeke hevpar tên pêşwazîkirin. Li hember vê rewşa giran bertekên mezin pêwist dikin. Ji bo vê yekê em weke ciwan em ê hesabê xwîna pakrewanên xwe bixwazin. Wek ciwan bi hemû pêkhateyên xwe em tevlî seferberiyê dibin û xwedî li Berxwedana Rûmetê derdikevin."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.







