Meles Tekin hat tehliyekirin

  • 09:21 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Meles Tekin a 75 salî û gelek nexweşiyên wê hebûn û li girtîgehê dihat girtin piştî serîlêdana "serbestiya bi kontrol" hat qebûlkirin şûnde serbest hat berdan. 
 
Meles Tekin a 75 salî di 2018'an de bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye hatibû girtin û piştre sirgunî Girtîgeha Xarpêtê hatibû kirin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Melesê hebûn berê çar caran daxwazname dabû Saziya Tipa Edlî. Meles salekê û 6 mehan di girtîgehê de ma. Piştî serîlêdana "serbestiya bi kontrol" a ji bo Melesê hat qebûlkirin şûnde serbest hat berdan.