Du kesên ku li Mûşê hatibûn binçavkirin hatin girtin

  • 09:22 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
 
MÛŞ - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê Nafiye Bal û Murat Balkaya ên ku 3 rojî li Mûşê di bin çavan de man hatin girtin. 
 
Di 23'ê Cotmehê de polîsan di encama biserdegirtina malan de Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê Nafiye Bal û Murat Balkaya û xwendekara zanîngehê Şeyma Orhan kirin bin çavan. Piştî îfadeya emniyetê Şeyma bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan. Murat û Nafiye bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" kirin hatin girtin. 
 
Murat û Nafiye birin Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mûşê.