Artêşa tirk êrîşî gundê Serêkaniyê dike

  • 13:08 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Artêşa tirk car din amadekariya êrîşan dike û agirbestê binpê dike.
 
Artêşa tirk car din di nav amadekariyê êrîşan de ye û agirbestê binpê dike. Di van kêliyan de xeta gundê Dawudiye yê girêdayî Serêkaniyê bi kordîna balafirên keşfê bi obîs, havan û tangan topbaran dike. 
 
Artêşa tirk û hevkarên wê bi çekên giran û bi kordina balafira keşfê, êrîşî gundê Mirêkîs û dungê Babil Xêr yê girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê dikin.
 
Duh jî êrîşa artêşa tirk û hevkarên wî êrîşî gundê Serêkaniyê dikirin, beramberî vê êrîşî şervanên QSD'ê parastina rewa bi kar dianî. Di van kêliyan de şer û pevçûna giran hene.