Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundê Serêkaniyê dikin

  • 11:34 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk û hevkarên wî êrîşî gundê Serêkaniyê dikin.
 
Artêşa tirk û hevkarên wê dîsa bi çekên giran, obîs û tangan êrîşî gundê Babîl Xêr ê girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê dikin. 
Şervanên QSD'ê û Artêşa Sûriyeyê ya ku vê sibehê gihîştiye gundê Babil Xêr bersiva van êrîşan didin. Her wiha hat ragihandin ku leşkerekî Sûriyeyî jî birîdar bûye.