Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin

  • 15:05 28 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Polîsan di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegitinên hatin kriin de  2 jê jin bi giştî 3 kes hatin binçavkirin.
 
Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin, di encama serdegitinan de welatiyên bi navê Zahide Barînç, Elmas Kulter û Abdulselam Baysal hatin binçavkirin.
 
Sedema binçavkirinan nehat zain. Her wiha hat zanîn ku welatiyên hatine binçavkirin li Emniyeta Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên girtin.