Li Sîdekanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin
- 10:40 31 Cotmeh 2019
- Rojane
HEWLÊR - Li bajaroka Sîdekan a herêma Biradost ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya alîkariyê hate destpêkirin û ew ê hefteyekê berdewam bike.
Li Başûrê Kurdistanê kampanyayê komkirina alîkariyê ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li bajarokê Sîdekan a Hewlêrê ji bo kampanya komkirina alîkariyê hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê kon hate vedan û wê hefteyekê berdewam bike.







