Em ê bi dilekî hevpar ziman û çanda xwe pêş bixin

  • 12:23 13 Çile 2020
  • Rojane

Roza Metîna

AMED - Komxebata Ziman û Çandan a ku nêzî 300 delegeyî tevlî bû li Amedê bi kelecanek cuda û taybet hat lidarxistin. Bi hilbijartina 27 endamên lijneya rêvebertiyê, diyarkirina rêziknameya nû, derketina pêş a pêşniyarên maseya jinê û herî dawî gotina stranên dengbêjiyê, hêviyên nû yên di qada pêşketina zimanê Kurdî de hatin xurtkirin. 
 
Bi beşdarbûna nêzî 300 delegasyonên ku di nav de nivîskar, xebatkarên tenduristiyê, hiqûqnas, akademîyen, rojnameger, kedkar, hunermend, saziyên civaknasiyê hebûn, Komxebata Ziman û Çandan ji bo du rojî hat lidarxistin. Li dijî polîtîkayên yekperest û zordest ku bi salane didomin kelecan û keda ji bo vê komxebatê hêjayî pesindayinê bû. Xaleke girîng a ku di komxebatê de derket pêş pêşniyariya maseya jinê ya ji bo 8'ê Adara 2020'an bû. Jinan xwestin dirûşma îsal a 8'ê Adarê bibe tundiya li ser zimanê Kurdî. Di komxebatê de balkişandina li ser zimanê zayendperest a di wêjeyê û çapemeniyê de mijarek din a hêjayî bibîrxistinê bû. Çimkî zimanê zayendperest ê ku di binhişiya civakê de bi cih bûye dibe sedema zêdebûna tundiya li ser jinê û bi vê yekê girêdayî tundiya li ser civakê jî. 
 
Jixwe berê jî ez beşdarî civîna ji bo bingehdayina vê komxebatê bûbûm. Lê vê carê bi kelecanek û bi hêviyek hîn zêde beşdarî vê komxebata berfirehtir bûm. Hemû nivîskar li ser mijarên xwe kûr bûbûn û atmosferek zindî li eywanê hebû. Li ser maseya me tenê jin ez bûm. Li hemû maseyan hejmara jinan kêm bûn. Loma min careke din dît ku ji bo zêdekirina hejmara jinan a her qadê pêdivî ji beşdarbûn û ji teşwîqkirina jinan heye. Jixwe ji ber ku tenê yek an jî du moderatorê maseyan tenê, jin bûn û yên din hemû mêr bûn, hevalek jin a maseya jinan ev rewş rexne kir. 
 
Zimanekî zarok neaxive ew ê ber bi tunebû ve biçe
 
Nivîskarên li ser maseya me jî li ser mijarên xwe hûr bûbûn. Bi cidîyetek mezin nêzî mijarê dibûn û her kesî bi baldarî li hevdu guhdar dikirin. Wekî pêşniyar hat xwestin ku ji salê carekê ji bo wêjeya kurdî xelat li ser navê nivîskar û helbestkarên kurd bên dayin û yê yekem jî Baba Tahirê Uryan be. Nivîskarên li ser maseya me di heman demê de bal kişandin ser perwerdeya bi zimanê dayikê. Girîngiya perwerdeyê li ber çavan hat raxistin û her wiha hat gotin divê zimanê kurdî bibe zimanê bazarê li kuçe û kolanan bên axaftin. Bi taybet jî nivîskaran anîn ziman ku zimanekî zarok neaxive dê bi ber tunebûnê ve biçe. 
 
Divê em balê bikşînin ser zimanê zayendperest û keda jinên di wêjeyê de cihê xwe digirin
 
Demek kin ji navberê re mabû. Piştî ku min bi baldarî li hemû nivîskarên li ser maseyê guhdar kir şûnde min bi kurtasî çend pêşniyar kirin. Ji ber di wêjeyê de zimanê zayendperest tê bikaranîn ev dibe sedem ku di binhişiya xwendevanan de hinek qalib bên avakirin û ev jî bandorek neyînî li ser xwendevan û civakê dike. Loma divê di wêjeyê de nivîskar xwe ji zimanê zayendperest rizgar bikin. Nivîskarên di zindanan de pêdiviya wan gelekî bi piştevaniyê re heye. Loma balkişandina ser xwedîderketina ser berhemên nivîskarên di zindan de girîng e. Her wiha her dem navên nivîskar û helbestkarên klasîk ên mêr derdikevin pêş û gelek kes bi navê jinên wekî Dayê Tewrêza Hewramî, Rihan Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî û hwd. nizanin. Divê em li keda jinên nivîskar û helbestkar jî xwedî derkevin. Piştî pêşniyarên min me navber dayê. Li ser maseyê tiştekî din jî bala min kişand û ez kêfxweş kirim. Hevalekî ji Başûr ku li Firansayê dimîne jî beşdarî komxebatê bûbû û hatibû ser maseya me. Wî jî fikrên xwe bi me re parve kir. 
 
Ji bo xurtkirina têkiliyan rojek taybet bû
 
Di navbera xwarinê de jî têkiliyek germ û rûyên bi ken bêtir derdiketin pêş. Di navberê de min gelek kes nas kir. Hevseroka PENa Kurd Eslîxan Yildirim jî beşdarî komxebatê bû. Min bi wê re li ser komxebatê hinek sohbet kir. Ji bo xurtkirina têkiliya di navbera nivîskar, hunermend, akademisyen, hiqûqnas û hemû saziyan de rojek taybet û bi qîmet bû. Rojnameya Xwebûn, Kovara Zirîng û hinek pirtûkên din ên bi Kurdî xemleka cuda li eywanê dabû afirandin. Hemû beşdarvan bi kurdî diaxivîn û zarokên ku hatibûn jî bi kurdiya xwe eywan xweştir dikirin. 
 
Cil û bergên kurdî bi ahengek cuda serkêşiya kelecana beşdarvanan dikirin
 
Hinek beşdarvanan cil û bergên kurdewarî li xwe kiribûn. Bi rastî jî gelekî li bejna wan dihat. Dema min dît ku ew cil û bergên kurdî çiqas li bejna wan tê min jî dil kir ku li xwe bikim. Gelek kevneşopiyên Gelê Kurd ên nasnameyê diparêzin hene. Ji van yek jê cil û bergên Kurdewarî ye. 
 
Bila daxuyanî bi Kurdî bin
 
Piştî navberê û sohbetên germ dîsa her kes li ser maseyên xwe kom bûn û nîqaşên xwe û pêşniyarên xwe dewam kirin. Piştre hemû maseyan raporên xwe amade kirin. Her moderator derketin ser dikê û raporên xwe xwendin. Di raporan de hat xwestin ku li ser esasên yekîtiya Gelê Kurd xizmetên ji bo ziman û çandê bên xurtkirin û hat xwestin ku daxuyaniyên bi tirkî tên dayin êdî bi kurdî bên dayin û siyasetmedar bi zimanê kurdî temsiliyeta xwe bikin. 
 
Navê Tora Ziman û Çandan hat guhertin
 
Di roja duyem de dîsa hemû rapor hatin xwendin. Piştî rapor hat xwendin şûnde nîqaş li ser hatin kirin. Beşdarvanekî bal kişand ser wergera googleyê û anî ziman ku ka kurd çiqasî sûdê ji wergera googleyê ya bi kurdî digire. Her wiha di nav pêşniyaran de hat xwestin ku navê torê bê guhertin. Bi dengdayinê navê torê wekî 'Tora Ziman û Çanda Kurdî' hat guhertin. Maseya jinê jî di heman demê de bal kişandibû ser zimanê zayendperest ê di nava wêjeyê de. Her wiha di nava nîqaşên dawiyê de min jî bal kişand ser zimanê zayendperest ê li ser çapemeniyê jî. 
 
Em ê bi dilekî hevpar ziman û çanda xwe pêş bixin
 
Komxebat bi rûyên ken, bi hêviyên mezin, bi stranên dengbêjiyê û bi strana Zimanê Kurdî bi dawî bû. Peyama beşdarvanan a bi giştî 'Em ê bi dilekî hevpar ziman û çanda xwe pêş bixin' bû. Îro jî bi daxuyaniyê encamname hat diyarkirin. Bi hêviya geşkirina kar û xebatên di qada ziman û çanda kurdî de.