Şêniyên Qamişlo 2 têkoşerên xwe oxir kirin
- 16:39 13 Çile 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Qamişloyê 2 têkoşerên azadiyê ku li navçeya Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dane oxir kirin.
Duh dewleta tirk bi balafirên keşfê di derdorê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bombebaran kir û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmekê girseyî 2 têkoşerên xwe li goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê nasnameya her du têkoşeran hat xwendin. Ridwan Wede Elawî axivî û wiha got: "Em ji bo şehîdên xwe bejna xwe ditewînin û soza şopandina riya wan nû dikin. Roj dibin şahid ku dewleta tirk ne tenê hêzên leşkerî di heman demê de gelê sivîl jî ji xwe re armanc digire û êrîş dike. Şehîd saxin û di dilê me de ne û tucarî namirin."
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.







