Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan her diçe giran dibe

  • 09:07 14 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (82) ku 24 sale girtiye, Selma Ozkan der barê rewşa bavê xwe de axivî û got: “Dewlet bi helwesta tolgirtinê nêzî bavê min dibe. Saziya Tipa Edlî tevî temen û nexweşiya bavê min dibêje ‘dikare di girtîghê de bimîne’. Ev biryarek siyasî ye. Temenê wî di girtîgehê de derbas bû. Çend meh jiyana wî maye, qe nebe bila vê pêvajoyê ligel me bijî.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî 280 hezar girtî hene û li gorî ÎHD’ê 45 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê di 17 salan de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ji serê sala 2017’an heta 2019’an jî li girtîgehan 44 girtî jiyana xwe ji dest dan. Yek girtiyên nexweş ku divê bê tehliyekirin, Mehmet Emîn Ozkan yê 82 salî ye.
 
Mehmet Emîn Ozkan 24 sale ji sûcê li Licê Tuggeneral Bahtiyar Aydin kuştiye, girtiye. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê rapora ji sedî 87 fonksiyonên bedena wî windabûne hat dayîn. Lê Saziya Tipa Edlî got dikare li girtîgehê bimîne. Daxwaza bila Mehmet Emîn ji nû ve bê darizandin jî bi hinceta ‘ gumana wî ya revandinê heye’ hat redkirin.
 
‘Rewşa bavê min ne baş e’
 
Keça wî Selma Ozkan diyar kir ku di Newroza 1993’an de gundê wan şewitandine û piştî vê koçî Mêrsînê kirine piştre çûne Yozgatê karkeriya demsalî kirine. Selmayê got bavê wê di 1996’an de li Mersînê hatiye binçavkirin û 18 rojan bin çavan de maye û rastî îşkenceya mezin hatiye û piştre hatiye girtin. Selmayê wiha got: “Delîla wan jî kuştina Bahtiyar Aydin yê di 1993’an de li Licê hatibû kuştinê bû. Bavê min 24 sale girtiye. Surgunê gelek girtîgehan kirin. Li Mersîn, Konya, Edene, Ceyhan, Elbîstan, Mêrdînê ma. Herî dawî anîn Amedê bi gelek nexweşiyan ket. Dil û tansiyon wî dide zorê. Ji ber tansiyona bilind mêjiyê wî zirar dîtiye. Hişê wî nemaye. Gotinan fêm nake. Wek zarokê du saliye. Deng naçê. Birayê min yê girtî û hevalên wî lê dinêrin. Niha sê kes bi hev re dimînin.”
 
‘Êdî nikare emeliyet jî bibe’
 
Selmayê got bavê wê hefteyê 5 rojan dibin nexweşxaneya kampusê û got: "Herî dawî got daxwaznameyê binivîsin, ez êdî nikarim biçim. Di vî tenemî de bi kelepçe dibin û tînin. Damarên bavê min hemû xitimîne. Guatra wî ya jehrî heye. Ji ber dema emeliyatê derbas bûye, êdî nikare emeliyet jî bibe. Di warê mîde û çermê wî de jî pirsgirêkên wî hene. Li gorî qanûnan divê baş li girtiyên nexweş bê mêzekirin. Lê wisa nayê kirin. Bavê min carna dibêje ‘Ez derkevim wê ev nexweşî gelo berdewam bike? Em dibêjin tu bê berdan em ê te bibin gund. Bawer dike ku bê berdan wê nexweşiyên wî derbas bibin."
 
Selmayê diyar kir ku ji bo pêvajoya darizandina ji nû ve serlêdan kirine lê bi hinceta ‘bi xetere ye û dikare bireve’ serlêdana wan hatiye redkirin. Selmayê wiha berdewam kir: “Dewlet bi helwesta tolgirtinê nêzî bavê min dibe. Ne tenê bavê min rewşa hemû girtiyên nexweş giran e. Li hember girtiyên nexweş bêhestiyariyek heye. Daxwaza me ev e ku bavê min vê dema xwe ya dawî li cem me bijî. Qe nebe çend meh jiyana wî mabe jî ligel me be.”