Li Dêrsimê hêrsa gel li dijî êrîş û windakirinan zêde dibe
- 12:32 14 Çile 2020
- Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê lêgerîna ji bo Gulîstan Doku ya ku 10 roj e winda ye berdewam dike û Zaînal Abrakov ê ku wekî gûmanbar tê dîtin jî cihê wî ne diyar e. Li Dêrsimê di demên dawîn ji ber ku di demên dawîn de êrîşên zayendî, dafdana ber bi fuhuşê ve zêde zêde bûye û herî dawî bi windabûna Gulîstanê re hêrsa û bertekên gel gelek zêde ye. Li tevahiya bajêr tenê pirsek li ser zimana ye û ew jî pirsa: "Gulîstan li Ku ye?
Li Dêrsimê ku di demên dawîn de êrîşên zayendî li dijî zarok û jinan zêde bûne, niha guhê gel tenê li ser windabûna Gulîstan Doku ya ku xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Beşa Pêşveçûna Zarokan e û 10 roj jin agahî jê nayê girtin e. Gulîstan a ku bi eslê xwe ji navçeya Erxenî ya Amedê û 21 salî ye, ku li wargeha keçan a dewletê dima 4'ê çileyê heta saet 23.00 venegeriya wargehê. Piştî ku Gulîstanê venegeriya hevalê wê çûn li Emniyetê gilî kirin û pirsa wê kirin. Di lêkolîna ku li ser kamerayên mobeseyê hatin kirin de aşkera bû ku Gulîstan sat di 11.29'an de ji taxa Ataturkê li wesayita zanîngehê hatiye siwarkirin. Lê li gel ku bajarê Dêrsimê ji çar hêlan ve bi kamerayên mobeseyê tê şopandin jî nehat tespîtkirin ku Gulîstanê li ku ji wesayitê hatiye daxistin.
Lê gerîna nava avê bi dawî bû
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku lêgerîna ji bo Gulîstanê berdewam dike û herî zêde jî li derdora Pira Dînarê ya li ser gola bendavê berdewam dike. Lê li gel ku li gola bendavê lêgerîn li ber qedandinê ye jî tu agahî ji Gulîstanê tune ye. Duh jî hat diyarkirin ku lêgerîna li Gulîstanê ya di nava golê de bi dawî bûye û wê li bejahiyê lê bigerin.
Li bendê ye ku hevdîtina 4 saneiyeyan bê dîtin
Di encama lêgerîna ku li ser qeydên HTS'ê hat kirin derket holê ku roja Gulîstanê winda bûye herî dawî saet di 16.29'an de bi hevalê xwe yê mêr ê berê Zaînal Abrakov re 4 saniyeyan bi telefonê axiviye. Li bendê ye ku tapeyên hevdîtinê di rojên pêş de derkevin holê. Hevalê Gulîstanê yê yê Rus Zaînal Abrakov ê ku herî dawî Gulîstanê pê re hatiye dîtin 23 salî ye Ruse û li gel polîsekî ku ew ji xwe re wekî ewlad qebûl kiriye û li Dêrsimê peywirdar e dimîne. Zaînal ê ku li Rusyayê mezin bûye 4 sal e li gel zirbavê xwe yê polîs û dêmariya xwe ya li Dêrsimê dimîne. Hat aşkerakirin ku têkiliya wî ya salek e bi Gulîstanê re berdewam dike berî bi mehekê bi dawî bûye.
Her îhtîmal heye
Hevalê Gulîstan ê zanîngehê diyar kir ku rewşa Gulîstanê baş bû îdayên ku dibêjin întîhar kiriye ne rastin. Hevalê wê yê ku diyar kir ew hîn bûna berî bi rojekê Gulîstanê li mala Zaînal bûye wiha berdewam kir: " Piştî niqaş kirine derengê şevê Gulîstanê ji malê derketiye. Bişev dema ku Gulîstan ji malê diqete Zaînal dixwaze wê bi wesayitê bibe wargeha lê dimîne lê Gulîstan qebûl nake û Zaînal jî lêdide. Lê ji ber ku Gulîstan gilî nake tu pêkanîn li dijî Zînal nayên kirin. Piştî bûyerê bI Zînal re min hevdîtin kir û li gel hêrsa me ew gelek rehet bû.Zîlnal diyar kir ku roja Gulîstanê winda bûye ew bi telefonê lê geriyaye û xwestiye lêborînê jê bixwaze û pê re hevdîtin kiriye. Lê ew îfadeya wî ye ne diyar e ku Gulîstan çima winda ye. Zaînal mirovekî hesûd bû. Lê gel evqas lêkolîn Gulîstan a ku ji aliyê Zînal ve gav bi gav dihat şopandin çima nehate dîtin .Di destê me de tu delîl tune ne her îhtîmal pêkan e."
'Tu tişt ji jiyana min girîngtir nîne'
Hevaleke Gulîstanê ya din jî wiha got: "Ez ne bawer im ku Gulîstan întîhar kiribe .Gulîstan hevaleke bi hêz bû û digot tu tişt ji jiyana min girîngtir nîne. Piştî ku Gulîstanê ji hevalê xwe yê Rûs qetiya jî em dizanin ku pê re dîsa hevdîtin kiriye. Zaînal mirovekî gelek hesûd û nedixwest ku bi hevalên xwe yên jin re jî Gulîstanê têkiliyê dayne. Agahiya me ne ji Zaînal û ne jî ji malbata wî heye dema bixwaze pir rehet dikare derkeve dervê welat. Dema me gilî kir îfadeya me hemûyan li emniyetê hat girtin lê ya Zaînal li mala wî hat gitin. Lê gel israra me ew nanîn emniyetê û piştre Zînal li me geriya got ,'polîsa hatine malê û pirsa Gulîstanê kirine' ."
Hat îdakirin ku di bin çavdêriyê de ye
Li gel îdayên ku Zaînal derketiye dervê welat, tê zanîn ku ji bo biçe cem doktorê diranan çuye Antalyayê. Lê gel axaftinên şêniyên bajarê ku dibêjin em ne Zînal û ne jî malbata wî dibînin, tê îdakirin ku Zaînal ê ji aliyê Walîtiyê ve ji bo lêpirsînê carekê jî neanîne emniyetê derneketiye dervê welat û di bin çavdêriyê de ye.
'Gulîstan li Kuye?'
Ji roja Gulsîtanê winda bûye hevalên wê yên zanîngehê jî li ser piyan e. Li gel hemû astengiyan xwendekarên ku ji bo Gulîstanê bê dîtin di çalakiyan de diyar kirin ku ew ê çalakiyên bxwe bidomînin."
Herwiha li aliyekî din jî heyetên ku parlamenterên DHP'ê jî di nav wan de ne serdana xwe ya li Dêrsimê berdewam dikin. Heyetên ku derbarê windakirin gulîstanê de agahî girtin bi malbata wê re jî hevdîtin kirin.
Di demên dawîn de bi êrîşên zayendî ên li dijî zarokan re û windabûna Gulîstanê re hêrsa şêniyên bajêr zêde bûye û tenê ev gotin li ser zimanan e: "Gulîstan li ku ye."







