Li Şengalê dewreya perwerdeyê dest pê kir
- 16:17 14 Çile 2020
- Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê dewreya bi navê Şehîd Nergîz li Akademiya Şehîd Binevş hat destpêkirin.
Bi armanca perwerde û rêxistinbûyina jinê li Şengalê dewreya bi navê Şehîd Nergîz li Akademiya Şehîd Binevş hat destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Wê perwerde 12 rojî bidome. Ji endamên meclîs, sazî û dezgehên Şengalê bi tevahî 15 kes di nava dewreya perwerdeyê cihê xwe digirin.







