'Kongreya Star ji bo rêxistinkirina jinê û azadiya wê her têdikoşe'
- 17:02 14 Çile 2020
- Rojane
Hesna Muhamad
ŞEHBA - Endamên Koordînasyonên Kongreya Star a herêma Efrînê di derbarê salvegera Rêxistina Kogreya Star de axivîn û gotin: "Kongreya Star ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina jinê ya li ser fikra netewa demokratîk ava bû û wê her têbikoşe."
Li Rojavayê Kurdistanê, tevgera jinê di despêka de bi navê Yekîtiya Star xwe bi rê ve dibir. Paşê di 15'ê çileya 2016'an de Kongreya Star xwe weke tevgera jin a Rojava îlan kir. Rêxistina Kongreya Star di çarçoveya kar û xebatan de xwe berfirehtir kir û tevahî jin di nava xwe de hewand. Di derbarê damezrandina Rêxistina Kongreya Star de, Koordînasyonên Kogreya Star a herêma Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
'Kongreya Star xwe li hemû qadan birêxistin dike'
Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Haşêm di derbarê salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star de axivî û wiha got: "Li Rojava tevgera jinê di despêkê de bi navê Yekîtiya Star xwe birêxistin dikir. Paşê berfirehtir bû û bi navê Kongreya Star xwe bi rê ve dibe. Di hemû qadan de Kongreya Star xwe rêxistin dike û hemû jinan di nava xwe de dihewine."
'Erka ku dikeve li ser milê me, xwe birêxisitinkirin e'
Newrozê bal kişand ser bandora Kongreya Star a li ser jinên ereb û wiha pê de çû: "Dema em derbasî Kantona Şehbayê bûn, bandora rêxistinbûna Kongreya Star xwe li ser jinên Şehbayê ya ereb jî kir. Bi rêxistina Kongreya Star jinên Şehbayê ji tunebûn û qetlîaman xilas bûn û vegeriyan cewherê xwe. Jinên ereb tenê di çarçoveya mal û kevneşopiyên civakê de mabûn. Em niha jî bi rêya perwerde, civîn, semîner û niqaşan karê xwe berfirehtir dikin. Em bi naskirina her pêkhate, dîrok, berxwedan û qanûnên jinan têkoşîna xwe mezin dikin. Erka ku dikeve li ser milê me, xwe bi rêxistinkirin e. Piştî koçberiyê, me li Şehbayê rêxistinbûna xwe ava kir û me dewreyên perwerdeyên mêran jî vekir. Em ji bo rêxistinkirina civak, çareserkirina pirsgirêkan, her têdikoşin. Armanca tevahî jinan azadiya Rêber Apo û jinan e."
'Rêya yekem ji bo rêxistinkirina jinan perwerde ye'
Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê ya navçeya Fafînê a Şehbayê Cîhan Ismail salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. Em bi hêvî ne di sala nû de xwe bêhtir bigihêjînin tevahî jinan û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Rêya yekem ji bo rêxistinkirina jinan perwerde û nîqaş in. Jin bi afrîneriya xwe tê nasîn ji bo wê dikare civakê bi rê ve bibe."







