'20'ê çileyê rojek bi êş bû, lê berxwedan ji vê êşê mezintir bû'

  • 09:01 15 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Cîhan Menan yek ji jinên ku di Berxwedana Serdemê de mala xwe ji sivîlan re vekiribû. Cîhanê got: "Şêniyên li gundên nêzî sînor hemûyan berê xwe dan gundê me. Nêzî 20 kesî di mala min de bi cih bûbûn. Me bi hev re berxwedana xwe li hember dewleta tirk û çeteyên wê didomand."
 
Jina bi navê Cîhan Menan a 46 salî ye û ji gundê Hesen Dêra ya navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û xwediyê 7 zarokan e, niha li kampa Serdemê ya Şehbayê berxwedan û jiyana xwe didomîne. Cîhanê li Efrînê, di gundê xwe de li ber xwe da û mala xwe ji zêdetirî 20 kesan re vekir. Ji bo ku li hember êrîşên dewleta tirk berxwedana xwe bi hev re bidomînin, deriyê xwe vekir. Cîhanê têkîldarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Efrînê de nêrîna xwe bi me re parve kir. 
 
'Efrînê hembêza xwe ji hemû pêkhateyan re vekir'
 
Cîhanê qala aramiya Efrînê ya berî êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: "Em gelê Efrînê bi aramî û bi aştî dijiyan. Di şerê Helebê de me gelek koçber di nava xwe de hewand û ruxmî hemû zehmetî û tunebûnê me bi hev re jiyana xwe derbas dikir. Me tu carî bawer nedikir ku Efrîn wê rastî êrîş û dagirkeriyê were û em ê ji axa xwe koç bibin."
 
'20’ê çileyê rojek bi êş bû, lê berxwedan ji vê êşê mezintir bû'
 
Cîhanê behsa roja 20'ê çileyê kir û wiha pê de çû: "Di roja 20’ê Çileyê de saet nêzî 4'an, ber êvarê bû. Asîmana Efrînê ji balafirên dewleta tirk tarî bû û êrîşek pir dijwar ser sivîlan hat. Rojek bi êş bû, lê berxwedan ji vê êşê mezintir bû. Em ê qet vê rojê di jiyana xwe de bîr nekin. Dema Efrîn di nava dûmana reş de hiştin, em gelekî êşiyan lê me dev ji berxwedana xwe berneda."
 
'Ji ber top û tivingên dijmin em neçarî koçberiyê bûn'
 
Cîhanê destnîşan kir ku ji bo ku ji Efrînê dernekevin mala xwe ji  sivîlan re vekir û got: "Gundên nêzî sînor hemû berê xwe dan gundê me. Nêzî 20 kesî di mala min de bi cih bûbûn. Me bi hev re berxwedana xwe li hember dewleta tirk û çeteyên wê didomand. Erdogan di van êrîşan de sivîl armanc digirt û sivîlan jiyana xwe ji dest didan û em jî neçar man ji ber top û tivingên dijmin koçber bibin. Me her tiştê xwe li Efrînê hişt. Me tenê canê xwe û zarokên xwe xilas kir û em di bin baranê de di wê zivistanê de bi meşê ji Efrînê derketin."
 
'Em bi êrîşên Erdogan qir û tune nabin'
 
Cîhanê herî dawî berxwedana gel anî ziman û wiha got: "Erdogan bi êrîşên xwe xwest gel ji hev qut bike û ji qirkirinê re derbas bike, lê berxwedana gel ji dewleta tirk re bû bersiva herî mezin. Em Gelê Kurd tu caran parçe nabin û em ê her yek bin. Armanca mayina me li Şehbayê, vegera Efrînê ye. Em tu carî hêviya xwe ya vegera ji bo Efrînê winda nakin."