'Ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê diyaloga sûrî-sûrî girîng e'
- 09:02 15 Çile 2020
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Hevseroka Meclisa Xerayê ya Çiyayê Kizwanan Elya Îsa girîngiya diyaloga sûrî-sûrî nirxand. Elyayê diyar kir ku divê em bi xwe pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û wiha got:"Hêzên ji derve her dem dixwazin li ser esasên berjewendiyên xwe kaos û şer ava bikin. Lê ji bo li dijî vê yekê em bikakiribin li ser piyên xwe bisekinin divê em rêya diyalogan vekin. Loma ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê diyaloga sûrî-sûrî girîng e."
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çend carî xwest bi Şamê re hevdîtinan li ser bingehên çareserkirina kaosa Sûriyeyê, bi diyaloga sûrî-sûrî çêbikin, lê heta niha tiştekî şênber tune ye û Rêveberiya Xweser jî dibêje ku hevdîtinên fermî di navbera me û Şamê de çênebûye.
Têkildarî diyaloga sûrî-sûrî de Hevseroka Meclîsa beldeya Xerayê ya Çiyayê Kizwanan Elya Îsa nirxandin kir.
'Hemû hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe kaos çêkirin'
Elyayê wiha got: "Gelên Sûriyeyê bi armanca guhertin û veguhertina sîstema desthilatdar li gelek bajarên Sûriyeyê dest bi şoreşeke aştiyê kirin, lê gelek hêzên mîna Îran, Rûsya û Tirkiyeyê destwerdan kirin û şoreşa aştiyê veguherandin qada tesfiyekirinê û bercewendiyên xwe. Her wiha ev destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn bû. Hemû hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe kaos çêkirin."
'Rêveberiya Xweser ji tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re nimûne ye'
Elyayê projeya Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşxistin wiha rave kir: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî para xwe ji êrîş û hovitiya komên çeteyên mîna Cebhet El-Nusra, DAIŞ û dewleta tirk girtin. Hêzên QSD'ê jî bû ew hêza parastina gelê herêmê û rizgarkirina bi sedhezaran kesên bindest ku rastî hovetiya DAIŞ'ê hatin. Eger tecrubeya Rêveberiya Xweser li tevahî bajarên Sûriyeyê belav bibe dê krîz û kaosa heyî kêmtir bibe."
'Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke navneteweyî ye'
Elyayê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navîn mînakek baş e û wiha got: "Rêveberiya Xweser ku ji 8 salî zêdetir hatiye pêşxistin rê li ber parçebûn û newekheviya gelan digire. Dagirker dixwazin nîşan bidin ku Rêveberiya Xweser projeyeke parçebûnê armanc digire. Lê ev di rastiya xwe de ne wiha ye. Eger diyalogên sûrî-sûrî çêbibe û hemû gelan di bin banê xwe de bihewîne wê demê rêya çareseriyê ew ê bêtir vebe. Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke navneteweyî ye û pêwîst e li her deverê were pêşxistin."
'Em ê li dijî kaosa desthilatdaran her li berxwe bidin '
Elyayê da zanîn ku hebûna dewleta tirk a li Sûriyeyê ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê dibe asteng û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker naxwaze krîza Sûriyeyê bi rengekî siyasî û di bin navê demokrasî û wekheviyê de were çareserkirin. Dewleta tirk tenê hewil dide ku qadên xwe yê dagirkeriyê her berfireh bike. Her wiha Rûsya, Emerîka û Tirkiye, naxwazin krîza Sûriyeyê bi diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de were çareserkirin. Çimkî ew bi kaos û şer xwe têr dikin. Em ê li dijî kaosa desthilatdaran her li berxwe bidin."
'Ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê diyaloga sûrî-sûrî girîng e'
Elyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e diyaloga sûrî-sûrî-were lidarxistin. Ger em bi xwe pirsgirêkên li ser axa xwe çareser nekin ew ê, axa me ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve were perçekirin. Ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê diyaloga sûrî-sûrî girîng e."







