Endamên meclîsa şaredariyê: Xebatên me wê kolanan bidome
- 09:12 15 Çile 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Li şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, derket holê ku destûr nadin endamên meclîsê bikevin şaredariyê. Endamên meclîsê diyar kirin ku li dijî van pêkanînan navber nedane xebatên xwe û got wê li kolanan xebatên xwe bidomînin.
Di 19’ê tebaxa 2019’an de bi talîmata wezareta karê hundir re ji bo sê şaredariyên bajarê mezin yên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û piştî vê jî qeyûm tayînê gelek bajar û navçeyên din kirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Mêrdînê bû. Piştî qeyûman, encamên meclîsê jî rastî astengiyan polîsan hatin û polîsan nehiştin têkevin şaredariyê. Endamên meclîsê bertek nîşanê rewşê dan û got wê xebatên xwe li derve bidomînin.
Endama meclîsa şaredariyê Ayten Gunay diyar kir ku di rojên borî de ji bo civînê çûne şaredariyê lê polîs nehiştine bikevin hundir û got: “Gel ji qeyûman gelek bigazincin. Piştî qeyûm hat şaredariya Stewrê tu xizmet jî ji bo gel nehat kirin. Bi taybet jî gelê navendê gelek nerehet e. Em endamên meclîsê nekevin şaredariyê jî wê li derve xebatên xwe bimeşînin. Lê qeyûm dixwaze pêşî jî li vê bigire. Em di bin zextan de xebatan dimeşînin.”
‘Ereb û Suryanî jî qeyûman naxwazin’
Aytenê daxuyakirin ku wê desthilatdarî bi qeyûman negihêje tu cihekî û got: “Gel perîşan bûye. Çawa qeyûm hat gelek kes ji kar hatin avêtin. Gelê Stewrê qeyûman naxwaze. Ne tenê Kurd, welatiyên Ereb û Suryanî jî naxwazin. Em ê her tim li pey doza xwe bikin. Ev polîtîkayên wisa canê me diêşînin lê me naşkînin.”
‘Qeyûm nikare pêşî li xebatên me bigire’
Endama meclîsa şaredariya Nisêbînê Samya Demîr jî got piştî qeyûm tayînê şaredariya Nisêbînê bûye hêrsa gel zêde bûye û got ew wek endamên meclîsê wê li her qadê xebatên xwe berdewam bikin û got: “Piştî qeyûm hat bertekên gel mezin bûn. Dîsa hilbijartin hebe gel dîsa îradeya xwe datîne holê. Em di bin şertên giran de xebatên xwe dimeşînin. Em tevî hemû şert û mercî dîsa bi gelê xwe re tên cem hev.”







