Mazot li koçberên li Til Temirê dijîn tê belavkirin
- 12:56 15 Çile 2020
- Rojane
HESEKÊ - Kargêriya Sotemeniyan û Meclîsa Navçeya Til Temirê dest bi belavkirina mazotê li 4 hezar û 200 koçberên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê kirin.
Piştî ku dewleta tirk û hevkarên wê dest bi êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Serêkaniyê kirin, zêdetirî 300 hezar û 500 kes neçarî koçber bûn. Zêdetirî 4 hezar û 200 koçberên Serêkaniyê, Zirganê û hin gundewarên Til Temirê ku li navçeya Til Temir, gundewarên wê, dibistanên navçeyê û gundan her wiha li gundê Çiyayê Kizwanan jî bi cih dibin. Kargêriya Sotemeniyan û Meclîsa Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ev 4 roj in dest bi belavkirina mazotê li koçberan kiriye. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Belavkirina Mazotê Nadiya Xerîb axivî.
'Mazot li 4 hezar û 200 koçberan tê belavkirin'
Nadiyayê zirarên ku ji ber êrîşên dewleta tirk gihiştiye gel wiha anî ziman: "Ji ber êrîşên hewayî û bejahî bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Zirganê û hin gundewarên Til Temirê neçarî koçber bûn û zêdetirî 4 hezar û 200 koçber li Navçeya Til Temirê û gundewarên wê bicih dibin. Ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve alîkarî dighêje koçberan, lê mirov her çiqase bêje jî dîsa kêm e û di aliyekî din de rêxistinên alîkariyê bi erkê xwe ve ranabin."
'Malbata ku mazot ji wan re pêwîst nake 15 hezar û 500 digrin'
Nadiyayê çiqase mazot ji her malbatekê re derdikeve û alternatîfa wê jî çi ye wiha got kir: "Ji her malbatekê re 200 lître mazot derdikeve û malbatê ku mazot ji wan re pêwîst neke jî kargêriya sotemeniyan 15 hezar û 500 leyreyên sûrî didin wan. Em nikarin rêjeya mazotê ya ku tê belavkirin bidin ji ber ku belavkirin hîn jî bi dawî nebûye."
'Her çiqase zivistana îsal ji ya borî cûda be, lê jiyan didome'
Emîna Bozan jî ji koçberên Serêkaniyê ye û li gundê Til Nesrî bicih dibe derbarê belavkirina mazotê wiha dibêje: "Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku alîkariyê bi me re dike û bi belavkirina mazotê jî em kêfxweş dibin. Her çiqase ferq û cudahî di navbera zivistana îsal û borî de hebe jî, lê em ê dest ji jiyanê bernadin û hêza dijminê xwe bi berxwedanê pûç bikin."







