10 meh ceza li hevserok Guler Tunç hat birîn
- 13:50 15 Çile 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 10 meh ceza hat birîn.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê ya Şirnexê Guler Tunç de bi îdîaya “proagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin, yekemîn danîşana doza li Gulerê hatibû vekirin îro li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Guler ji Cizîrê bi rêya SEGBÎS’ê tevli dozê bû. Doza ku bi tespîtkirina nasnameyê destpêkirin parêzerê Gulerê jî lê amade bû.
Guler, îfadeya ku pêşî li emniyetê dabû dûbare kir û beraata xwe xwest. Piştre parêzerê wê parastinê kir û beraata mûwekîla xwe xwest.
Heyeta Dadgehê piştî navberek kurt biryara xwe aşkera kir û 10 meh cezayê girtîgehê li Gulerê birî.







